ayşe teyze oto ara

alfabetik liste: # A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9

helbestên min



tengasiya dilê

êvar zehf germ bû
ji nîvro heta mexribê tava rojê ser serê min de şewitî
û min kuşt
heval û birayên min çûbûne ber golê
ji bo avjeniyê pir israr kirin mixabin feqet...

qet rehet nînim; di hundirê min de şewat heye
ji stenb


4 entry --

gladyator kullanıcısının resmi
 #

Benda Te me Lê Tu Nayî

Nagihêje'j'te re dengêm,
Benda te me, lê tu nayê.
Sal guherî b'êşa singêm
Benda te me, lê tu nayê.

Bajêr mezin, kolan dirêj,
Roj û meh û salan dirêj,
Ax bi vî derd û jan dirêj,
Benda te me, lê tu nayê.

Emr temam bû por nemano!
Serê min rût bû wek pano!
B'eşqa mirî Bedirxano!
Benda te me, lê tu nayî.

gladyator

 
oktây kullanıcısının resmi
 #

helbesten xweşbun. seat xweş!

 
gladyator kullanıcısının resmi
 #

Tarîtiya Êvarê

Av reş bûbû, çiya soromoro, taw çûbû xeybê
Xwe avîtibû li erdê
Ew erd li ku derê ye gelo?

Bû êwar
Û sîwaran şevê bi mîna guregura brûskê hatin
Derbas bûn ji aliyê cihekî wenda re

Ez mame tenê û dilşikestî
Wek şairekî Tirk( eslê wî Ereb e )
Navê wî Ehmed Haşim e belê wekî wî

Dayika min dibêje dinya sê roj e
Bavê min dibêje qiyamet, axir dewr pir nêzik bûye
Ez jî dibêjim wekî stranbêjekî Tirk( Eslê wî Kurd e )
Navê wî Ehmed Qaya ye belê dibêje:
"Ne Diyarbekir min fêm kir ne jî te..."

gladyator

 
gladyator kullanıcısının resmi
 #

Tengezariya Payîzê

Payîz e!
Niha li her aliyê
wî bajarê mezin de
xemginî ye digere
di nava kolanan de

( Ji mal derketim / bi rê ketim
pelên dara dirêjin / wekî serxweşek im )

Ber min
babelîskek piçûk rabû...
Pelên dara dirêjin,
hat bîra min zaroktî
çavên min wekî mûm in
hêstir wekî dilopên şewat
li peyhev xwe dirêjin

Ji nişke ve
bayekî hênik dest bi mûsîkek kir
bêhnek hat bi şabûnê
li alîkî de hewa pir rengîn
asmîn zerd
mîna tabloyek Van Gogh
li alîkî de xemên bê sedem
tevlihev dibû û min li kolanê kaş dikir
li kolanê, li cihên valayê

Paşê çi bû, pê ne hesiyam
heliyam

min li malê hember neynikê xwe belengaz dît
hiş hat
çavên min du heb mûmên helî
û hêstir wekî dilopên şewat

Gladyator

 

Kullanıcı girişi